Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar

Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar

Li Îdirê di şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.

Bûyer, li gundê Karakuyu yê Îdirê qewimî.

Nakokiya di navbera du malbatan de ku sedema wê hêj nayê zanîn, veguherî şerê çekdarî.

Piştî xeberdayînê, ekîbên cenderme û yên tenduristiyê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Heşt kesên ku di şer de birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Ji birîndarên ku rakirine nexweşxaneyê, du ji wan ên rewşa wan giran bû, tevî hewldanên bijîşkan jî, nehatin rizgarkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.