Li Îngilistanê wesayît ket nav qelebalixîyê: 47 birîndar

Li Îngilistanê wesayît ket nav qelebalixîyê: 47 birîndar

Li bajara Liverpoola Îngilistanê di dema pîrozkirina şampîyontîya Liga Premierê de wesayîtek ket nav qelebalixîyê.

Di bûyerê de 47 kes birîndar bûn; ji wan 27 kes ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, 20 kes jî li ser pîya hatin tedawîkirin. Yek ji birîndaran zarok e û rewşa du kesan jî giran e.

Polês, derheqê bûyerê de zilamekî 53 salî binçav kir. Tê texmînkirin ku ev şexis şofêrê wesayîtê ye.

Ji teref rayedaran ve hat îfadekirin ku eleqeya bûyerê bi terorê re tineye û wisa bawer dikin ku çalakîyeke ferdî ye.

Ekîbên şewatê jî 3 mirov û zarokekî yên ku di bin wesayîtê de asê mabûn xelas kirin û teslîmê ambûlansê kirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.