Li Îraqê ji ber germahiya zêde tatîla fermî hat ragihandin

Li Îraqê ji ber germahiya zêde tatîla fermî hat ragihandin

Ji ber germahiya zêde ya li Îraqê, li heft bajaran rojên betlaneya fermî hatin ragihandin û li hinek bajaran jî seatên xebatê hatin kurtkirin.

Germahî gihîşt 52 pileya Celsius, bi taybetî li deverên başûr û navîn ên welat, bi taybetî li paytext Bexdayê.

Ji ber germahiya zêde, hikûmetê li saziyên dewletê yên li parêzgehên Besra, Meysan, Zîqar, Wasit, Babil, Kerbela û Dîwaniyeyê rojên betlaneya fermî îlan kir û li hinek wîlayetan saetên xebatê kurt kir.

Rayedaran diyar kirin ku pêla germê wê bigihîje lûtkeya xwe û ji gel xwestin ku ji tîrêjên rasterast ên rojê dûr bisekinin, bi taybetî di nîvro de ji derketina derve dûr bisekinin, gelek şilekan vexwin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Berdevkê Servîsa Meteorolojiyê ya Iraqê Emîr el-Cebîrî got ku pêla germê dê heta roja Sêşemê berdewam bike, piştî wê jî germahî dê hêdî hêdî dest bi daketinê bike.

Li gorî daneyên meteorolojiyê, germahî li 10 wîlayetên li navend û başûrê welat di navbera 50 û 52 pileya Celsius de ye, lê li wîlayetên bakur di navbera 44 û 49 pileya Celsius de ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.