Li Îzmîrê du wesayît li hev qelibîn: 13 birîndar

Li Îzmîrê du wesayît li hev qelibîn: 13 birîndar

Li navçeya Kemalpaşaya Îzmîrê otobûseke ku karkerên febrîqeyê di nav de bûn û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.

Qeza, li Çarrêya Herêma Senayîya Organîze ya Bagyurduyê pêk hat.

Li gorî agahîyan mînîbûs û otobûsa ku karkerên febrîqeyê di nav de bûn li hev qelibîn, 13 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên ambûlans, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên Kemalpaşa û Turgutluyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.