
Li Karayîban di mezinahîya 7.6an de erdhej: Ji bo 13 welatan hişyarîya tsunamîyê hat kirin
Piştî erdhaja di mezinahîya 7.6an a ku li Karayîban pêk hat re ji bo 13 welatan hişyarîya tsunamîyê hat kirin.
Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê derbarê mijarê de got ku erdhaja ku mezinahîya 7.6 bû 10 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.
Piştî erdhejê ji bo Giravên Cayman, Jamaîka, Kuba, Meksîka, Honduras, Bahama, San Andres, Providencia, Belize, Haiti, Kosta Rika, Panama, Nikaragua û Guatemalayê hişyarîya tsunamîyê hat kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.