Li Kenyayê ji ber bêavîyê 2,6 milyon dewar û pez telef bûn

Li Kenyayê ji ber bêavîyê 2,6 milyon dewar û pez telef bûn

Rayedarên Kenyayê diyar kirin ku di mehên dawî de ji ber ziwabûna li welêt nêzî 2,6 mîlyon dewar û pez telef bûne.

Li gorî rapora herî dawî ya Saziya Rêvebiriya Ziwatiyê ya Neteweyî ya Kenyayê (NDMA), ji 53 mîlyon dewar û pezên ku li welat hatine tomarkirin 2,6 mîlyon ji ber ziwabûna li welêt mirin.

Hat diyarkirin ku herî zêde mirin li herêmên Marsabît û Kajiadoyê qewimîn û ji 23 herêman 22 herêm bi giranî bi bandor bûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.