Li Kerkukê êrîş li polêsan hat kirin: 8 mirî

Li Kerkukê êrîş li polêsan hat kirin: 8 mirî

Hat ragihandin di encama êrîşa bombeyî ya ku li Kerkukê hat kirin de 8 polês canê xwe ji dest dan.

Bûyer li nêzî gundê Safraya girêdayê Kerkukê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî gund di dema derbasbûna konvoya polêsan de bombeya ku berî niha hatibû bicîkirin hat teqandin.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 8 polês canê xwe ji dest dan.

Piştî êrîşê pevçûn pêk hat û kesek hat kuştin. Tê diyarkirin kesê ku hatiye kuştin endamê DAIŞê ye.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.