Li Kerkûkê lehî: 2 zarok canê xwe ji dest dan

Li Kerkûkê lehî: 2 zarok canê xwe ji dest dan

Li gundê Hesare yê ser bi nahiya Şiwan a li parêzgeha Kerkûkê, du zarok di nav lehiyê de canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, malbateke Ereb, çûne baxçeyê xwe û di dema barîna baranê û rabûna lehiyê de du zarok di nav avê de xeniqîne.

Li gorî agahîyan, yek ji wan zarokan 1 salî ye û yê duyem jî 3 salî ye.

Hat destnîşankirin ku di dema barîna baranê de hemû endamên malbatê ji ber bilindbûna asta avê asê mane, du zarokên wan xeniqîne û ewên din ji aliyê xelqê gund ve hatine rizgarkirin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha Keşnasiyê hişyarî dabû ku ji ber pêla baranê, li hinek deveran egera bilindbûna asta avê û rabûna lehiyê heye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.