Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar

Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar

Li bajarê Kerkûkê di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Li Kurdistana Başûr li ser rêya Silêmanî ya bajarê Kerkûkê, tirek û gelek wesayît li hev qleibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku di wesayîtan de ji ber qezayê şewat jî derket.

Ekîbên îtfaîyeyê yên ku sewqê cîhê bûyerê hatin kirin midexeleyî şewatê kirin û şewatê vemirandin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.