Li Keşmîrê êrîş li geştyaran hat kirin: 20 mirî
Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye, komên çekdar êrîşî geştyaran kirin, di encama êrîşê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.
Polêsekî ku bi şertê eşkerenekirina navê wî ji AFPyê re axivî, destnîşan kir ku di êrîşê de “herî kêm 24 kes hatin kuştin” encax hinek çavkanîyan jî îfade kirin ku ev hejmar 20 kes in.
Êrîş, li Pahalgama ku Misilman li wê derê herî zêdene û cîhekî ku tebîata wî gelek xweş û rengîn e hatîye lidarxistin.
Mirovekî ku bûyerê dît ji çapemenîya Hîndistanê re axivî û weha got, “Êrîş li ber min hat kirin. Me fikirî û got qey agirbazê diteqînin, encax dema ku qîrîna însanên dinê hat, me bûyerê fêhm kir û bi lez û bez ji li wê revîyan.”
Rojnameya Indian Expressê jî di nûçeya xwe de îfade kir ku, êrîş li kêleka rê hatîye kirin û du kes an jî sê kes beşdarî bûyerê bûne.
Serokwezîrê Keşmîrê Omer Abdullah li ser hîsaba xwe ya Xê weha daxuyand, “Hêna jî hejmarê mirîyan tê tespîtkirin, ji ber vê yekê ez naxwazim hurgilîyan parve bikim.”
Komekî bi navê “Berxwedana Keşmîrê” xwedî li êrîşê derket û daxuyanîyê jî li ser hîsaba medyaya civakî parve kir.
Berxwedêrên ku li herêma Misilman zêdene ji sala 1989an vir ve îsyan dikin. Di salên dawîn de pileya şîddetê hindik bû lê dîsa jî bi dehhezaran însan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.