
Li Kongoyê keştîyek şewitî: 32 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber şewata li keştiyekê 32 kes mirin.
Li gor agahiyên ewil di şewata ku li wîlayeta Equateur a Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC) di boteke rêwiyan da derket de 32 kesan canê xwe ji dest dan.
Keştiya HB Kokolo dema ku ji bendera Bankita ya li herêma Mbandaka ya eyaleta Equateur ber bi herêma Bolomba ve diçû agir pê ket.
Hat ragihandin ku di keştiyê de gelek rêwiyan û maddeyên şewatê hebûn.
Hat ragihandin ku di keştiyê de ji kapasîteya xwe zêdetir rêwiyan hilgirtiye.
Piştî karesatê li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin û fikar heye ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.