Li Kubayê di depoya leşkerî de teqîn: 13 mirî
Li Kubayê di 8ê Çileyê de li depoyekî ku amûrên leşkerî di nav de bûn de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 13 leşker winda bûbûn, hat îfadekirin wan leşkeran canê xwe ji dest dane.
Serokê Dewleta Kubayê Miguel Diaz-Canel, ragihand ku di teqîna depoyê ya ku li herêma Melonesa wîlayeta Holguinê pêk hat de 13 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Canel, ragihand ku ew êş û janekî mezin dijîn, ji malbat û hevalên mirîyan re jî sersaxîyê dişînin.
Hat destnîşankirin ku teqîn ji ber ceryanê pêk hatîye.
Berîya vê daxuyanîyê jî daxuyanîyek hatibû dayîn ku li herêma Melonesa wîlayeta Holguinê di depoyekî leşkerî de teqînek pêk hatibû û di encamê de 13 leşker winda bûbûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.