Li Kurdistana Başûr asta ava bendavan zêde bûye
Wezareta Çandinîyê ya Herêma Kurdistana ragihand ku asta ava bendavan ji ber tesîrên pêla dawî ya baran û lehîyên du rojên borî bi awayekî berçav zêde bûye.
Li gorî îstatîstîkan, tenê di her du bendavên Dûkan û Derbendîxanê de zêdetirî 100 milyon metrekup av hatiye hilanîn. Asta ava Bendava Derbendîxanê 1.5 metre û ya Bendava Dûkanê jî 70 santîmetre bilind bûye.
Derbarê bendav û golên piçûk de, li parêzgeha Silêmanî û rêveberiya Germiyanê hemû tijî bûn. Di heman demê de, bendavek li parêzgeha Hewlêrê ji avê derketiye û yên dinê jî mîqdarek baş av kişandine. Li Duhokê, asta ava bendavan zêde bûye lê bi rêjeyek kêmtir ji deverên din.
Wezareta Çandiniyê got ku tesîrên vê pêlê dê di rojên pêş de jî berdewam bikin û tê texmînkirin ku mîqdara ava ku dikeve bendavên mezin hêj zêdetir bibe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.