Li Kurdistana Başûr baran bû sedema lehîyê: Mirî û birîndar hene
Li başûrê Kurdistanê lehî li bajaran xist û ziyanên canî û maddî çêbûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama lehîyan de yek jê zarokek 9 salî 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gorî agahiyan, tenê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 12 kes birîndar bûne.
Derheqê meseleyê de ji Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan ve daxuyanî hat dayîn û got, "Nêzîkî 500 malan zerer dîtiye."
Ziyanên lehiyê
Li navçeya Çemçemalê ya ku 66 kîlometreyan dûrî navenda Silêmaniyê ye, zerereke mezin çêbû û du welatiyan canê xwe ji dest dan.
Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan li ser ziyanên lehiyê daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got, "Du welatiyên me canê xwe ji dest dan, em rastî bûyereke nexwestî bûn. Heta niha 12 kes jî birîndar bûne lê rewşa hemû birîndaran baş e. Xeynî ziyana canî, zerereke mezin a madî jî gihişt xelkê. Zerereke bêhejmar gihişt xelkê. Tenê li Çemçemalê 500 malan zerer dîtin. Ev xeynî nav bazarê û saziyên fermî yên wekî tapû, pasaport, rewşinbîrî, qeymeqamî û perwerdeyê ye."
Remezan îfade kir ku ji bo paqijkirina bajêr û alîkariya xelkê lazimatî bi amûran heye.
Zêdetirî 100 dikanan zerar dîtin
Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan derheqê zayîadên lehîyê de hûrgilîyan da û weha got:
"Zêdetirî 100 dikanan zerer dît û 5 saziyên hikûmetê jî zerermend bûn. Ji xeynî 500 malan, 100 depo û marketan jî zerer dîtine. Depoyeke tije xwarin ku çend otomobîl jî tê de bûn di bin avê de man.”
Ji teref rayedaran ve derheqê bûyerê de daxuyanî hatin dayîn
Piştî lehiya li Çemçemalê, ji teref Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrî, Alîkarê Serokwezîr û Serokkomariya Îraqê ve peyamên hevxemiyê hatin belavkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
"Di vê rewşa nexwestî de em piştgiriya xwe ya temam ji bo xelkê Çemçemalê û ziyanpêketiyên lehiyê ducare dikin.
Aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku bi hawara mexdûran ve biçin û hemû hewlê bidin ji bo parastina can û malê welatiyan û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî diyar kir:
"Min wezaretên pêwendîdar û îdareya xwecihî erkdar kirine ku bi hawara mexdûran ve biçin û her alîkariya ku pêwîst be pêşkêş bikin."
Her wiha Serokkomariya Îraqê jî daxuyaniyek belav kir û xwest ku aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal bi Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bikin ji bo piştgiriya kesên pêdiviya wan pê heye.
Li Silêmaniyê betlane hat ragihandin
Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeyê ya Silêmaniyê, zanîngehên Helebce û Silêmaniyê, perwerdeyên Şarbajêr, Seyîd Sadiq û Pêncwênê ji ber baran û lehiyê roja çarşemê ji bo xwendekar û fermanberan kir betlaneyê.
Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
"Li ser daxwaza malbatên xwendekaran û piştî şêwirîna bi Parêzgarê Silêmaniyê re, me biryar da ku sibe çarşemê li hemû navendên xwendinê yên fermî û ne fermê yên Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê dewam were rawestandin."
Qeymeqamiya Çemçemalê jî daxuyand ku li hemû saziyan betlaneya fermî ye, ji xeynî saziyên ku karê wan ê lezgîn heye.
Meteorolojî jî daxuyanî da û hişyarî kir
Jûra Operasyonan a Birêvebirina Qeyranan a Wezareta Navxwe hişyarî da:
"Li gorî pêşbîniyên Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, metirsiya bilindbûna asta avê li navenda Silêmanî, Helebce, Sengaw, Meydan, Qeredax, Bazyan, Derbendîxan, Qadirkerem, Seyîd Sadiq û Xaneqînê heye."
Li gorî daxuyaniya wê jûrê, tê pêşbînîkirin ku şeva sêşemê baran berdewam bike, li hinek deveran nermebaran û li hinek deveran jî barana zêde bibare. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.