Li Kurdistana Başur di Bazara Lengê de şewateke mezin derket

Li Kurdistana Başur di Bazara Lengê de şewateke mezin derket

Di şewata ku di nav Bazara Lengê ya Hewlera Herêma Kurdisanê de derket de, herî kêm 50 dikan zerarê dîtin.

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di Bazara Lengê de şewat derket.

Şewat di seat 06.45an de derket û ji teref ekîban ve di demeke kurt de hat tefandin.

Hat destnîşankirin nêzê seatek piştî tefandinê îxbarekî dinê jî hat ku cardin bazar dişewite.

Piştî îxbara duyemîn ji bazarê re serê ewil 3, dûre 10 û ji ber ku şewat belav bû û mezin bû 17 ekîb hatin şandin.

Şewata ku bi seatan berdewam kir, piştî midexeleyekî mezin hat binkontrolê.

Midûrtîya Parastina Sîvîl yê Hewlêrê, ragihand ku şewat di 5 kûçeyên bazarê de tesîrdar bû û di gelek dikanan de xesar pêk hat.

Derheqê sedema derketina şewatê de hêj tu agahîyekî zelal nehat bidestxistin, hat desntîşankirin ku berê jî di vê bazarê de şewat derketibû û tê gotin ku ev şewat “bi qestî” hatîye derxistin.

Di şewata ku di meha Sibatê de derketibû de jî herî kêm 1000 dikan zerarê dîtibûn.

Hat ragihandin di sala 2018an de jî di Bazara Lengê de şewat derketibû û gelek dikan zerarê dîtibûn.

Li Herêma Kurdistanê ji ber kêmasîya binesazîya ceryanê dem bi dem şewatên mezin derdikevin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.