Li Kurdistana Başur sîvîl hatin hedefgirtin: 9 mirî, 23 birîndar

Li Kurdistana Başur sîvîl hatin hedefgirtin: 9 mirî, 23 birîndar

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Dihoka Kurdistana Başur li qeraxa newaleke êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan û 23 sîvîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li qeraxa newaleke li navçeya Zaxorê êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan û 23 sîvîl jî birîndar bûn.

Mesrur Barzanîyê Serokê Kurdistana Başur derheqê êrîşê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Em bombebarandina ku bûye sedema mirin û birîndarbûna sîvîlên ku ji bajarên cuda hatine Zaxoyê bi tundî şermezar dikin. Em bombebarandina ku hatîye domdarî û pevçûnên ku di navbera artêşa Tirk û PKKê de heye bi temamî qebûl nakin û em vê tiştê nayê qebûlkirin dibînin. Ev pevçûnan, zirarê dide sînor û ewlehîya Herêma Kurdistan û Iraqê ya navneteweyî. Artêşa Tirkîye û PKKyîyan gerek vê herbê bidin sekinandin û êdî di herêmên sînoran de ji mirin û xirabûnê re nebin sedem.

Hikumeta Federal a Iraqê gerek tedbîrên ku ev sûcan cardin neynê kirin û ji ‘erdên Iraqê ji welatên ciran re ji bona ewlehîya wan zirarê neyê dayîn bigre.”

Ji teref Wezatera Karên Derve ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîye ve hat daxuyandin de ji bona kesên ku canê xwe ji dest dane re peyama sersaxîyê da, bal hat kişandin ku Tirkîye li hemberî hemû êrîşên ku li sîvîlan tê kirin e. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.