Li Kurdistanê di bergeha pakêta  malbatê de qerara qedexekirina hinek malperan hat dayîn

Li Kurdistanê di bergeha pakêta malbatê de qerara qedexekirina hinek malperan hat dayîn

Birêveberîya Herêma Kurdistanê ji bo parastina gel a ji bo li dijî malperên ku bêexlaqîyê belav dikin, qerara qedexekirina hinek malperan da.

Li gorî qerarnameya ku ji teref Wezareta Ragihandin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin ew ê şîrketên înternetê paketên malbatê bi kar bînin.

Li gorî qerara ku hatiye girtin ew ê ew malperên ku li ser wan bêhurmetiya li hember dîn, pêxember û kitêbên pîroz tên kirin û zirarê didide pêkvejiyana olî û etnîkî û her wisa weşanên bêexlaq dikin bên qedexekirin.

Kesên ku li gor qerara ku hatiye dayîn hereket nekin ew ê bên cezakirin. Bi vê qerarê tê armanckirin “Li Herêma Kurdistanê exlaq û jiyana malbatê bê muhafezekirin û zirarên neyînî yên înternetê bên kêmkirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.