Li Lîbyayê kelek bin av bû: Gelek mirî û winda hene
Li peravên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.
Serwîsa Rewşa Acîl û Ambûlans a Lîbyayê, diyar kir ku li peravên bajara Zavîya rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encama binavbûna kelekê de 18 kes mirin, 92 kes jî hatin xelaskirin û 18 kes jî winda bûn.
Hat diyarkirin ku di nav mirîyan de 4 kes welatîyên Misirê û 2 kes jî welatîyên Somalîyêbûne, ji bo mirovên winda jî werin dîtin xebat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.