Li Manîsayê qeza: 5 mirî, 6 birîndar
Li navçeya Salîhlîya Manîsayê wesayîtek û qamyonetek li hev qeleibîn, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Caferbeya ser rêya D300 a Îzmîr-Enqereyê pêk hat.
Li gorî îddîayan, wesayîta ku di rê de diçû ji ber sedemeke ku hêj nediyare, kontrola xwe winda kir û derbasî şerîda dinê bû. Di vê demê de qamyoneta ku ji hêla dinê dihat li wesayîtê qelibî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin 5 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan. 6 kesên ku di nav qamyonetê de bûn jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.