Li Manîsayê qeza: Bav û 3 zarok wî canê xwe ji dest dan
Li navçeya Kulaya Manîsayê wesayîtek ji paşve li tirekî xist, di encama qezayê de bav û sê zarokên wî canê xwe ji dest dan.
Qeza, li nêzê Taxa Yurtbaşiya ser rêya Uşak-Îzmîrê pêk hat. Li gorî agahîyan wesayîta di bin îdareya Ridvan A., ji paşve li tira ku li kêleka rê parqkirîbû qelibî.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin. Ridvan A. û zarokên wî M.N.A, Y.A. û M.T.A ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve ji nav wesayîta ku tê de asê mabûn hatin derxistin. Encax ekîbên tenduristîyê lê nihêrtin ku her çar mirov jî canê xwe ji dest dane.
Cenazeyên bav û sê zarokên wî ji morga Nexweşxaneya Dewlet a Kulayê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.