Li Mekkeyê otobusekê li qefleya Tirkîyeyê xist: 1 mirî, 2 birîndar
Li Mekkeya Erebistana Siûdî di qezayeke trafîkê de welatiyekî Tirkîyeyê mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Konsolosxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Cîddeyê daxuyaniyek nivîskî weşand û derbarê qezayê de agahî parve kir.
Daxuyanî diyar kir ku qeza li nêzî Garaja Mahbes a Mekkeyê dema ku otobusek li qefleyeke Tirkîyeyê ya ku ji bo umreyê diçûn qelibî.
Di qezayê de Abidin Dagkoy canê xwe ji dest da, Emine Dagkoy û Bîrol Yalçin jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku Birol Yalçin, yek ji birîndarên ku dihat dermankirin, ji nexweşxaneyê derketiye û ji bo birîndarê din jî ambulanseke hewayî hatiye xwestin.
Li gorî agahiyan, lêpirsînên li ser bûyerê ji teref rayedarên Erebistana Siûdî ve tên kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.