Li Meletîyê di navbera neyaran de pevçûn: 3 birîndar

Li Meletîyê di navbera neyaran de pevçûn: 3 birîndar

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê di navbera 2 komên neyar de nîqaş derket, bi derxistina çek û kêran ew nîqaş ji pevçûnê re vegerîya, di encamê de 3 kes birîndar bûn, hemû şikdar jî hatin qefaltin.

Bûyer, li Taxa Battalgazîya navçeya Battalgazîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, S.K, M.T, M.D, H.M.U. û dijminê wan A.B, M.Y.B li nêzê Parqa Zarokan a Şehît Mehmet Ozbek leqayê hev hatin, di navbera wan de nîqaş dest pê kir.

Li ser mezinbûna nîqaşê dijminan ji hev re çek û kêran derxistin û di encamê de S.K, A.B, M.Y.B birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên cuda yên navçe re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku mirovên ku şibhe tê kirin eleqeya wan di bûyerê de hene hatin qefaltin, û çek û kêrên ku di bûyerê de jî hatine bikaranîtin, hatin bidestxistin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.