Li Meletîyê êrîşa çekdarî: 7 birîndar

Li Meletîyê êrîşa çekdarî: 7 birîndar

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê, ji ber neyartîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer, li ser Ceddeya Turgut Temellî ya Taxa Cîrîkpinar a navçeya Battalgazîya navend pêk hat.

Li gorî îddîayan, M.A. ji ber neyartîya ku ji berê ve berdewam dike, bi tivingê gule li ser konteynira M.Y. yê gule reşand. Dûre M.Y. ku dûçarê êrîşê hat ji cîhê bûyerê revîya û çû xwe sipart çayxaneyekî, li ser vêya M.A. jî gule li ser çayxaneyê reşand.

Di encamê de M.Y. û 6 kesên ku tu têkilîyên wan bi bûyerê re tinene birîndar bûn. M.A. jî ji cîhê bûyerê revîya.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar jî piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Ji bo şikdar M.A. were qefaltin jî xebat hat destpêkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.