
Li Meletîyê mînîbusa rêwîyan qeza kir: 15 birîndar
Di encama qezaya ku li navçeya Doganşehîra Meletîyê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêbeja Meletî-Semsûrê li mewqîya Gudnê Suçatiyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 44 J 3345 a ku ajokarê wê M.D. bû ji ber ku tekela wê teqîya qeza kir û teqla avêt. Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê jî di nav de tevde 15 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.