Li Meletîyê mirina şikdar a zarokekî

Li Meletîyê mirina şikdar a zarokekî

Zarokekî 13 salî li mala xwe ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî mirî hat dîtin.

Bûyer, li taxa Hanımınçiftliği ya navçeya Battalgaziyê qewimî. Li gorî agahiyan, Yasîn Adiyaman (13), ku li Kolana Alî Rıza Gecebeyi dijî, serê sibê ji aliyê malbata xwe ve di odeya xwe de bêliv hatiye dîtin. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristî hatine şandin navnîşanê û tespît kirine ku zarok miriye. Doktorê nobedar, piştî muayeneyê, mirinê şikdar dîtiye û daxwaza lêkolîna cihê bûyerê kiriye.

Piştî ku polêsan lêkolîneke teknîkî ya malê kir, cenazeyê kur ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Li gorî agahiyên ji xizmên hatine wergirtin, Yasîn bi menenjîta zikmakî ketiye û felc bûye. Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku mirina wî xwezayî ye.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.