Li Meletîyê piştî barana gurr cedde û kolan di bin avê de man
Piştî barana dijwar ku li Meletîyê barîya, jîyan bi xerabî tesîrdar bû. Bi tevî barana dijwar cedde û kolan di bin avê de man. Wesayît di nav zehmetîyê de derbas bûn.
Barana ku li Meletîyê barîya, jîyanê bi xerabî tesîrdar kir.
Hat îfadekirin ku rêya Meletî-Xarpêtê di bin avê de ma.
Trafîk di hinek beşan de bi yek şerîdî hat meşandin, şofêrên wesayîtan jî gelek zehmetîyê kişandin.
Rayedarên Meteorolojîyê hişyarî dan ku ew ê baran îro jî berdewam bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.