
Li Meletîyê qezaya trafîkê: 3 birîndar
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Ozalpera navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 HA 480 ku di bin îdareya A.Y. de bû û tira bi plaqeya 06 CIA 919 ya ku di bin îdareya A.D. de bû li hev qelibîn.
Di encama qezayê de H.Y. û Z.N.Y. yên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.