Li Meletîyê qezaya zîncîrî: 8 birîndar

Li Meletîyê qezaya zîncîrî: 8 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seat 21.00an de li Taxa Çîlesîza navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AHA 446 ya di bin îdareya M.B. de bû û wesayîta bi plaqeya 44 ABH 576 ya ku di bin îdareya R.S.S. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de M.B, İ.B, S.B, E.B, H.A.B, A.L.S, E.S.S. û S.K. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.