Li Meletîyê wesayît teqle avêt:  3 birîndar

Li Meletîyê wesayît teqle avêt: 3 birîndar

Li navçeya Darendeya Meletîyê wesayîta ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û berevajî qulipî. Di encama qezayê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên êvarê de li çarrêya Herêma Senayîya Organîze ya Darendeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 RY 0120 ya ku di bin îdareya Z.T. de bû û ji Mûşê diçû Îzmîrê, ji ber ku şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt û qulipî.

Di encama qezayê de bi tevî şofêr H.Ç. û Ş.T. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Darende Hulusî Efendî re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku ji birîndaran Ş.T. rewşa wê giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.