
Li Meletîyê wesayîta çandinîyê qelibî: 1 mirî
Li navçeya Keferdîza Meletîyê wesayîtekî çandinîyê ku wek bi navê patpatê tê naskirin qulipî, di encamê de şofêr canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, “patpat”a ku di bin kontrola Cengîz Turkan de bû qulipî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Piştî lêkolînên ekîbên tenduristîyê hat îfadekirin ku Turkan canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku cenazeya Turkan ji bo otopsîyê ji sazîya tip a edlî re hatîye rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.