
Li Mêrdînê 200 donim erd şewitî
Li navçeya Artukluya Mêrdînê erdê ku genim ajotîbû şewitî, nêzê 200 donim erd bû wek xwelîyê.
Li gundê Sarinc û Pîreboka navçeyê li erdên ku genim ajotîbû ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.
Cotkarên ku bi terektoran midexeleyê şewatê kirin, nehiştin ku bila agir belav bibe.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Piştî midexeleya ekîban agir hat vemirandin.
Di encama şewatê de 200 donim erd şewitî.
Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.