Li Mêrdînê 3 kuçikên beredayî êrîşê Zeynepa 7 salî kirin

Li Mêrdînê 3 kuçikên beredayî êrîşê Zeynepa 7 salî kirin

Li navçeya Artukluya Mêrdînê Zeynep Acara 7 salî, duçarî êrîşa 3 kuçikên beredayî bû.

Bûyer, li Qabalaya navçeya Artukluyê pêk hat.

Acara 7 salî, dema ku di kolanê de ji xwe re dileyîst, 3 kuçikên beredayî êrîşê wê kirin.

Bi midexeleya mirovên derdorê Acar ji devê kuçikan hat xelaskirin, lê Acar ji cîhên cuda yên canê xwe birîndar bû.

Hat hînbûn ku kuçikan ji 10 cîhên cuda Acarê gez kirine, û ji pişta xwe birîndar bûye. Piştî hatine ekîbên tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Hat hînûn rewşa Acar baş e û tedawîya wê berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.