Li Mêrdînê 7 wesayît li hev qelibîn: 3 birîndar
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê 7 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya li Taxa Îstasyonê di seat 14.40an de pêk hat.
Di encama qezayê de G. Gunduz (34), M. Kalkan (38) û O. F. Guner (26) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û ewlehîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin sewqkirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.