Li Mêrdînê agir bi malekê ket: Mêr û jin canê xwe ji dest dan
Li navçeya Qosera Mêrdînê di malekê de şewat derket, di encama şewatê de H.K. û pîreka wî A.K. canê xwe ji dest dan, 2 kes jî ji ber dûmana ku ji malê derketî birîndar bûn.
Agir di saetên serê sibê de li taxa Akyaziyê ya gundê Navçeyê derket.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendermeyan hatin şandin.
Şewat, ji teref ekîban ve hat vemirandin.
Ekîbên tenduristîyê tespît kirin ku H.K. û A.K. yên ku ji dûmanê tesîrdar bûbûn mirine.
Cenazeyên herduyan bi ambulansê birin nexweşxaneyê.
Derbarê şewatê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.