Li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir: Hişkahî, rekolteyê kêm kir

Li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir: Hişkahî, rekolteyê kêm kir

Li navçeya Dêrika Mêrdînê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Encax hilberîner, destnîşan kirin ji ber ku îsal şilî pir tinebû û ziwahîya demsalê hebû di randimanê de kêmbûneke ciddî heye.

Zeytûna Dêrikê ku bi nav û deng e, li qezayên Mêrdînê têne berhevkirin. Ji ber ku îsal hewa li gorî demsalê zêdetir bû wexta berhevkirinê zû dest pê kir. Zeytûna ku li navçeyê û herêmê bi nav û deng e û gelek zêde tê bikaranîn, bi çeşîdên xwe yên dewlemend derdikeve pêşîya me.

Ya balkêş jî ev e ku tehm û rûnê wî gelek biqelîte ye, û ev jî bi gelek zehmetîyan tê komkirin. Hilberîneran berîya rojê diçin nav erdên xwe û dest bi berhevkirinê dikin.

Hilberîneran diyar dikin ku rakolteya îsal li gorî par kêm e, dûre gotin ku sala borî li serê 2-3 donimê tonekî randiman bidestxistine, lê îsal herî zêde 300-400 kîlo rekolte bidestxistine.

Cotkar Hamdîn Çelîk destnîşan kir ku ev kar gelek bi zor û zehmet e, di seatên serê sibehê de têne baxçe û dest bi kar dikin, dûre îfade kir ku baxçeya ku rekolte zêde be berhevkirin mehekî jî didome. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.