
Li Mêrdînê cîpek û wesayîtek li hev qelibîn: Yek jê giran 9 birîndar
Li navçeya Artukluya Mêrîdnê cîpek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 9 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Eqresa ser rêya Dîyarbekir-Mêrdînê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, cîpek bi plaqeya 16 U 0335 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn û wesayîteke bi plaqeya 17 FU 854 li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de; Muhammet A. T. (26), Abdulkadir Î. (26), Azra A. (9), Halisa A. (39, Hatice A. (40), Meryem A. (3), Cemal A. (49), Ramazan A. (37) û Mesude Y. (35) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleyên ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.