Li Mêrdînê di depoya mazotê ya tirê de teqîn: 7 birîndar

Li Mêrdînê di depoya mazotê ya tirê de teqîn: 7 birîndar

Li navçeya Artukluya Mêrdînê di depoya sotemenî ya tankerê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer, di nav Sîteya Senayî ya li Taxa Ofîsê de pêk hat.

Li gorî agahîyan di depoya sotemenîyê ya tirekî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ambûlans, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de B.T. (10), H.T. (33), E.T. (5), M.T. (43), O.T. (29), A.T. (35) û H.T. (60) yên ku di nav û derdorê tirê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.