Li Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket: 1 mirî, 6 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Artukluya Mêrdînê, di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, di seatên serê sibehê de li taxa Kotekê pêk hat. Li gorî îddîayan, nîqaşa ku di navbera du koman de derket, di demeke kurt de ji şerê çekdarî re vegerîya.
Di encama şerê çekdarî de M. Veysi D. (35) canê xwe ji dest da, Îdrîs B. (44), Melek B. (8), Selma Ç. (36), Îsa B. (35), Emîne D. (50) û Ramazan B. (17) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.