Li Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 10 birîndar

Li Mêrdînê du wesayît li hev ketin: 10 birîndar

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, di qezaya ku du wesayît li hev ketin de deh kes birîndar bûn.

Qeza, li gundê Sultan Şêxmûs (Sultankoy) qewimî.

Li gorî agahiyan, du wesayîtên ku navê şofêr û plaqeyên wan nehatin hînbûn, dema ku li ser rêya Mardîn-Dîyarbekirê diçûn, ji ber sedemek nediyar li hev ketin.

Li gorî raporên destpêkê, di qezayê de 6 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.