
Li Mêrdînê wesayît û motorsiklêt li hev qelibîn: 1 mirî
Li navçeya Artukluya Mêrdînê wesayîtek û motorbisiqlêtek li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê motorê M.A. canê xwe ji dest da.
Qeza, derdorê seat 09.00an li Ortakoyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 BT 0134 û motorbisiqlêtek serî li serî li hev qelibîn. Di encama qezayê de şofêrê motorbisiqlêtê M.A. giran birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin. Piştî midexeleya ekîbên tenduristîyê hat îfadekirin ku M.A. canê xwe ji dest daye.
Cenaze, ji bona ku otopsî bê kirin ji morga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.