Li Mêrdînê zarokê ku ji qata 3'yemîn ket xwarê bi giranî birîndar bû
Li navçeya Mehsertê (Yeşilli) ya Mêrdînê, keçika 3 salî ya bi navê M.A. ji balkona mala xwe ya qata 3'yemîn ket xwarê û bi giranî birîndar bû.
Bûyer, di saetên nîvro de, li Taxa Gülê ya navçeya Mehsertê (Yeşilli) pêk hat. M.A., ji balkona mala xwe ya qata 3'yemîn ket ser zemînê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî navnîşanê hatin kirin.
Piştî midaxaleya yekemîn, zarok bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku zarok hatiye dermankirin lê metirsiya jiyana wê (hayati tehlike) berdewam dike.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.