Li MêrdînêLi navçeya Nisêbîna Mêrdînê du xûşk di nav mala xwe de mirî hatin dîtin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê du xûşk S.O. (44) û S.K.A. (41) di nav mala xwe de wek gule li ser wan hatîye berdan hatin dîtin.
Bûyer, doh êvarê li Kolana Aram a Taxa 8ê Adarê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin şandin.
Ekîbên ku ketin nav malê dîtin ku S.O. û S.K.A. yê ku xûşkê hev in, bi şekleke ku gule li serê wan ketîye hatine dîtin.
Di kontrola ku ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat kirin de hat diyarkirin ku herdu xûşk jî canê xwe ji dest dane. Cenazeyê xûşka piştî lêkolînên li cîhê bûyerê ji bo otopsîyê ji morga nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Piştî bûyera ku çêbû di bin Midûrîyeta Ewlehîyê ya Bajarê de ekîbeke taybet hat sazkirin.
Di encamê de hemî qamerayên navçeyê û dikanan hatin komkirin.
Li gorî diyarîyên ewil ji bo şikdarekî ku nasnameya wî hatîye tespîtkirin xebata qefaltinê hat destpêkirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.