Li Mêrsîn û Hetayê şewatên daristanê hêna jî berdewam dikin: 2 hezar û 966 kes hatin tehlîyekirin

Li Mêrsîn û Hetayê şewatên daristanê hêna jî berdewam dikin: 2 hezar û 966 kes hatin tehlîyekirin

Li Mêrsîn û Hetayê ji ber şewatên daristanê 2 hezar û 966 kes ji herêmên ewle re hatin tehlîyekirin, ekîban jî ji bona ku şewatê bikin bin kontrolê xebatên xwe didomînin.

Roja çarşembê li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di daristanê de şewat dest pê kir, şewata ku derket di roja sêyemîn de hêna jî berdewam dike.

Heta niha ji ber şewatê 53 xanî zerarê dîtin, ji taxên ku di bin talûkeyê de ne jî 984 xanî hatin valakirin.

Hat destnîşankirin ku hezar û 851 kes ji herêmê re avê barkirin. Xebatên vemirandina şewatê bênavber berdewam dike.

Li navçeya Hassaya Hetayê jî roja çarşembê şewatek dest pê kiribû û li ber jîngehan ve diçe.

Ji Taxên Yukaribucak û Bademlîyê hezar û 115 kes hatin tehlîyekirin.

Li Hassayê jî 259 wesayît û 592 personel dixebitin, lê hêna jî şewat nehat vemirandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.