Li Mexrîbê xwepêşandan ji nû ve dest pê kir
Tevgera Gen Z 212 wek pêşengên xwepêşandanên li Mexrîbê têne binavkirin, piştî bêhndana hefteyekî diyar kirin ku ji nû ve derketine kolanan û daxwazîyên xwe yên derheqê bêrêtîyê de anîtin ziman.
Bi sedan ciwan ku li Rabata paytext û gelek bajaran derketin kolanan dirûşmên wek “Azadî, Rûmet, Edaleta Civakî” kirin qîrînî û xwepmşandanên aştîyane bikaranîatin.
Xwepêşandêrên ku li Kazablankayê civîyan daxwaz kirin ku bila rewşa wan a aborî û şert û mercên civakî werin başkirin, li Rabatê jî xwepêşandêran li ber avahîya Parlamentoyê civîyan.
Tevger di 10ê Cotmehê de daxuyandibû ku ew ji ber ku Qral Muhammedê 6emîn wê vekirina Parlamentoya Mexrîbê bikarbîne, ji xwepêşandanan re navberê dane. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.