Li Midyada Mêrdînê du wesayît serî bi serî li hev ketin: 3 mirî, 2 birîndar
Li Midyada Mêrdînê di encama lihevqelibîna otomobîlekê û wesayîteke bazirganî ya sivik de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
"Qeza, li ser rêya Midyad û Dargeçîtê, li nêzî gundê Barîştepeyê pêk hat. Wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 47 IJ 654 û otomobîla bi plakaya 16 Z 3344 ku navê şofêrên wan nehatin hînbûn, ser bi ser li hev xistin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di kontrola tîman de hat tespîtkirin ku 3 kesên di nav wesayîtên ku bûne wekî parçehesin (hurde) de, jiyana xwe ji dest dane.
Piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê, birîndarên bi navê A.T. (32) û S.A. (64) bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.
Piştî lêkolîna li cihê qezayê, cenazeyên kesên ku mirine ji bo tespîtkirina nasnameyê û otopsiyê rakirin morgê. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.