Li Mûşê mînîbûs qulibî: 16 kes birîndar bûn
Mînîbûsa ku li Mûşê ji bin kontrola şofêr derket li alîyê çem qulipî, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê gundê Kelereş a serê rêya Kop-Mûşê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku plaqeya wê û navê şofêrê wê nehat hînbûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulipî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme, AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Şofêrê ku di wesayîtê de asê mabû ji teref ekîban ve hat derxistin.
Di encama qezayê de bi tevî şofêr 16 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.