Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket
Li Mezra Şereflî ya Gundê Kazanciyê yê navçeya Bismilê, di saetên serê sibê de agir bi kargehek plastîkê ket, piştî destwerdana demdirêj a ekîban hate kontrolkirin. Di şewatê de ti kes nemir, lê ziyana maddî ya mezin gihîşt kargehê.
Îro danê sibê li kargeheke plastîkê ya li Mezra Şereflî ya Gundê Kazanciyê ya navçeya Bismilê ya Dîyarbekirê agir derket.
Li gorî agahiyan, agir ji ber kurteya ceryanê derketiye. Agir zû belav bûye û beşek mezin ji kargehê girtiye.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re îtfaîye, Xizmetên Bijîşkî yên Lezgîn ên 112 û ekîbên cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî destwerdaneke dirêj a tîman, agir bi zehmetî hat kontrolkirin û vemirandin.
Di şewatê de kes nemir û ne jî birîndar bû, lê ziyana maddî ya mezin gihîşt kargehê. Piştî vemirandina agir, ekîbên îtfaîyeyê li herêmê xebatên sarkirinê pêk anîn.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.