Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî ji ber sedemek ku hêj ne diyare hilweşiya. Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê dest bi xebatê kirine.
Avahiyek heft qatî ya li ser Kolana Issıkgol a Taxa Mevlana ya navçeya Gebzeyê ji ber sedemek nediyar hilweşiya.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên polês, îfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo tespîtkirina kesên ku di bin xirbeyan de asê mane berdewam dikin.
Walîtiya Qocaeliyê li ser medyaya civakî daxuyaniyek weşand: "Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji bo avahiya hilweşiyayî ya li Gebzeyê hatine şandin dest bi xebatê kirine. Em ji welatiyên xwe re serketinê dixwazin."
Li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin, û avahiyên derdorê jî wek tedbîr hatin valakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.