Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber barîna berfa zêde û mercên xirab ên hewayê, perwerde rojekê hate sekinandin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Qeymeqamtiya Kanîreşê (Karlıova) ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji bo tedbîra li dijî qeşagirtin û rîskên muhtemel ên di veguhestinê de, ev biryar hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:
"Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya me berdewam dike û mercên neyînî yên hewayê, ji bo tedbîra li dijî qeşagirtin û metirsiyên ku di veguhestinê de çêbibin; li hemû saziyên perwerdehiya fermî û taybet, kreş û malên lênêrîna rojê yên li navçeya me, roja Pêncşemê 26.02.2026 perwerde rojekê hat sekinandin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.