Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê otomobîl û motorsîklet li hev qelibîn: 1 mirî, 4 birîndar
Li ser rêya Midyad-Kerboranê, di encama lihevketina otomobîl û motorsîkletê de kesek mir û 4 kes birîndar bûn.
Qeza li xaçerêya taxa Bariştepe ya li ser Rêya Kerboran û Midyadê qewimî.
Otomobîl û motorsîkletek ku nav û plakayên ajokarên wan hîn nehatine diyarkirin li hev ketin.
Piştî wergirtina raporê tîmên bijîşkî, agirkujiyê û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di qezaya tirsnak de Abdulbaki Eroğlu yê 60 salî mir, Mehmet Salih E. (19), Ömer Ö. (30), Demet Ö. (28) û Melih Ö yê 10 mehî jî birîndar bûn.
Piştî wergirtina alîkariya yekem ji paramedikan, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Li ser qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.